Kanala ROJAVA TV

BI ARMANCA DANASÎNA DÎROKA  8’Ê ADARÊ LI MINBICÊ SEMÎNER

Bi armanca danasîna dîroka Roja Jinan a Cîhanê, encumena Jinan a Sûriyê semînerek li Pirtûkxaneya Mihemed Menla Xirzêl a Minbicê li dar xist.

 

Semîner bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê endama rêveber a encumena Jinan a Sûriyê ya bajarê Minbic û gundewarê wê Meryem El-Heyanî ve hate dayîn.

Meryem El-Heyanî bal kişand ser dîroka Roja Jinan a Cîhanê û diyar kir ku ev roj encamên xwepêşandanên jinan e ku di sala 1857’an de li New Yorkê li hemberî rejîma serdest rabûn, gelek jinan serî hildan û bi daxwaza mafê xwe berxwedaneke mezin nîşan dan.

Meryem El-Heyanî îşaret bi rola YPJ’ê kir û wiha domand: “Bi boneya 8’ê Adarê em rola pêşeng a YPJ’ê di parastina xak û gelê xwe û nasnameya azad a jinan de silav dikin.