Kanala ROJAVA TV

DI 7 ROJAN DE LI EFRÎNÊ 21 WELATÎ HATINE REVANDIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di nava 7 rojan de 21 welatî revandin û 850 dar jêkirin..

Tora çalakvanên Efrînê bîlançoya ji 20 heta 26 vê mehê ji binpêkirinên li Efrînê ragihand..
Li gor bîlançoyê, di nava 7 rojan de 21 welatî hatine revandin di nava wan de jinek û 7 temen mezin hene..
850 darên berhemdar û merx hatine jêkirin û weke êzing hatine firotin..
Bace li ser welatiyekî hatiye ferzkirin, û ji bo guhertina demografîk fitwe hatiye derxistin.