Kanala ROJAVA TV

Bernameya Çalakiyên 8 Ê Adarê Hate Eşkerekirin

Encumena jinê ya bakur û rojhilatê sûriyê bi daxuyaniyekê hemleya çalakiyên 8ê adarê roja cîhanî ya jinê ragihand

Daxuyanî li qamişlo li ber navenda mihemed şêxo ya çand û huner Û li Reqayê jî li Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef hatin xwendin.

Daxuyaniyan de hate ev tişt hate gotin:

Bi navê platforma çalakiyên hevbeş ya tevger û rêxistinên jinan ên bakur û rojhilatê sûriyê û bi durişma bi hevre emê şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin em cejna jinê li tevahî jinên bakur û rojhilatê sûriyê û tevahî cîhanê pîrozdikin

Bi vê boneyê dê çalakiyên 8ê adarê ji 23 sibatê destpêbike û heta 10 ê adarê dê berdewambin

Ji wan emê şahiyan di 8ê adarê de li tevahî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê lidarbixin

1ê adarê emê serdana goristanên şehîdan bikin mûman vêxin û daxuyaniyekê bi navê platformê bidin

Emê semînerên taybet bi roja jinê bidin

Her wiha emê semînerên gotobêjê li ser asta herêmî û rojhilata navîn û li ser torên mediya civakî lidarbixin

Her wiha dê çalakiyên cuda ji aliyê tevger û rêxistinên jinan li gor bernameyên xwe yên taybet lidarbixin