Rêveberiya Xweser Mafê Perwerdeya Bi Zimanê Dayikê Misoger Kiriye
Di di 17’ê Mijdara sala 1999’an de Rêxistina UNESCO ya Neteweyên Yekbûyî 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand.
Li cîhanê derdora 7 hezar ziman hene, beşek mezin ji wan zimanan di metirsiya windabûnê de ne
Hêza her Zimanekî jî bi hejmara gotin û zaraveyên xwe her weha kesên ku pê diaxivin tê naskirin
Zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên bi hêz e yên li Rojhilata Navîn, Kurdî ji gelek zaraveyan pêk tê weke Kurmancî, Soranî, Zazakî, kelhorî û hwd
zimanê Kurdî di destûrên Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê qedexe bû, wan welatan bi hemû awayan hewil didan zimanê Kurdî têk bibin
Li Rojavayê Kurdistanê heta sala 2011 qedexebû, nedibû ku Kurd li saziyên fermî yên dewletê bi zimanê xwe biaxivin
Ji bilî wê jî hikûmeta Şamê navên gund û bajarên Kurdan li Sûriyê ji Kurdî kiribû Erebî
Weke mînak, Dêrik kiribûn Malikiye, Tirbespî kiribûn Qehtaniye, Kobanê jî Eyn El Ereb
Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber girêdana bi zimanê xwe bi dizî li nav malan perwerdeyên biçûk ên ziman didîtin
Bi rêya stran û helbestan jî dikarîbûn zimanê xwe biparêzin
Ev rewşa heta 19 Tîrmeha 2012 berdewam kir, lê bi destpêkirina şoreşê re, zimanê Kurdî bû zimanê perwerdeyê
Gav bi gav derbasî nava dibistanan bû, heta ku peymana civakî ya Rêveberiya xweser hat nivîsandin
Di peymana civakî de tê gotin ku li bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zimanên fermî hene, Kurdî, Erebî û Suryanî
Her pêkhateyek fêrî zimanê xwe û zimanên din jî dibe
Di nava çend salan de karmend û kadroyên perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê dikarîbûn rêbazeke rêxistinkirî ji bo zimanê Kurdî amade bikin
Di aliyê rêzmanî de jî pêketinên ber bi çav çêbûn, zarokên Kurdan ji refa yekê heta zanîngehê bi zimanê xwe dixwîne
Li Rojava û Başûrê Kurdisanê Kurd bi Kurdî perwerde dibînin, lê heta niha li Bakur û Rojhilat zimanê Kurdî qedexe ye.