Kanala ROJAVA TV

Xwendekarên Amûdê Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê Pîroz Dikin

Xwendekarên Amûdê Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê Pîroz Dikin

Sibe 21 Sibatê Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê Ye, Li Seranserî Dunyayê Ev Roj Tê Pîrozkirin

Kurdên Rojavayê Kurdistanê Heta Sala 2011 Nikarîbûn Wê Rojê Pîroz Bikin, Lê Ji Destpêkirina Şoreşa 19 Tîrmehê Heta Niha Ew Roj Bi Coş Tê Pîrozkirin

Ev Dibistana Bedî Xelo Ya Navîne Li Bajarê Amûdê, Li Vir Zarokên Kurd Bi Zimanê Xwe Perwerdeyê Dibînin

Rêvebira Dibistanê Jî Xelat Mele Ibrahîm Ku Ev Destkeftî Bi Saya Ramanên Rêber Ocalan Û Xwîna Şehîdan Hatiye Bi Destxistin.

Ji Aliyê Xwe Ve Xwendekarên Dibistanê Kêfxweşiya Xwe Bi Vê Rojê Tînin Ziman Û Dibêjin Ku Ew Serfirazin Ku Bi Zimanê Xwe Xwendinê Dikin

Zimanê Kurdî Bi Sedê Salan Rastî Hewildanên Windakirinê Hatiye, Lê Kurdan Bi Hemû Zor Û Zehmetiyan, Bi Rêya Helbest Û Strana Karîbûn Parastina Zimanê Xwe Bikin.