Kanala ROJAVA TV

Konfransa Encumena Dada Civakî Ya Herêma Firatê Bi Pêşniyaran Bi Dawî Bû

Konfransa Encumena Dada Civakî Ya Herêma Firatê Bi Pêşniyaran Bi Dawî Bû

Yekemîn Konfransa Encumena Dada Civakî Ya Herêma Firatê Bi Avakirina Encumeneke Nû Û Pêşniyaran Bi Dawî Bû.

Encumena Edaleta Civakî Ya Herêma Firatê Bi Dirûşma “Bi Berxwedana Kobanê, Em Mafan Diparêzin Û Edaleta Civakî Misoger Dikin”,  Konfransa Xwe Ya Yekemîn Li Dar Xist.

Di Konferansê Endam Û Rêveberên Encumena Nû Hatin Hilbijartin, Her Wiha De Gelek Pêşniyar Hatin Giritn Ew Jî Wiha Bûn.

Ji Bo Dermankirina Kesên Ku Madeyên Hişbir Bi Kar Tînin Nexweşxane Bên Vekirin.

Dadgeheke Meslekî Di Rêveberiyê De Were Avakirin.

Ji Bo Çavdêriya Giştî Komîteyên Lihevanînê Were Avakirin.

Komîteyên Lihevanînên Ji Komîteyên Edaletên Yên Girêdayî Encumena Kantonê Werin Veqetandin.

Ji Bo Lêkolînkirina Sedemên Kuştin Û Xwekuştinê. Komîteyek Pispor Were Avakirin

Dozên Medenî Û Cezayî Ji Hev Werin Veqetînin

Astengiyan Ji Pêşiya Zagonên Jinê Di Mijara Mîratê De Werin Rakirn Û Ji Bo Pirsgirkên Kirîn Û Firotina Mal Û Erdan Lîsteyeke Milkan Were Amadekirin.