Kanala ROJAVA TV

PROGRAMA FIRATÊ 3 EREBEYÊN AGIRKUJÊ RADESTÎ RÊVEBERIYA HESEKÊ KIR

 

Programa Firatê ya girêdayî wezareta gencîneyê ya Amerîkayê 3 erebeyên agirkujê radestî rêveberiya bajarê Hesekê kir.

Ji wan her sê erebeyan 2 erebe ji bo rêveberiya kampa Holê û erebeyek jî ji bo beşê agirkujê yê bajarê Hesekê hatin pêşkêşkirin.

Radestkirina her sê erebeyên agirkujê bi merasîmeke fermî û bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser û Rêveberiya kampa Holê pêk hat.