Kanala ROJAVA TV

JI BO NÎQAŞKIRINA PEYMANA 10’Ê ADARÊ LI REQAYÊ KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

 

Partiya Nûjen a Demokratîk ji bo nîqaşkirina bendên peyama ku di 10’ê Adarê de di navbera Ebdî û El- Şeri de hatibû pêk anîn, komxebatek li kantona Reqayê li dar xist.

Bi dehan endamên partiyê, siyasetmedar û rewşenbîr li Hola Civînan ya MSD’ê tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de bendên peymanê bi berfirehî hatin xwendin û nîqaş li ser wê hate kirin.

Beşdaran diyar kirin ku ev komxebat bi armanca xurtkirina dan û standina siyasî û naskirina pêşeroja Sûriyê ji hemû aliyan ve, hat li dar ketin.

Komxebat bi vekirina deriyê pirs û nîqaşan bi dawî bû.