KURDISTAN SÎNO JI BER HEZKIRINA JI DAR Û GULAN ŞITILGEHEK LI MALA XWE ÇÊKIRIYE
Kurdistan Sîno ya 39 salî ya ji bajarê Qamişlo, ji ber ku pir ji gul û xwezayê hez dike, şitilgeheke piçûk li mala xwe çêkiriye.
Kurdistan ji vê şitilgehê debara jiyana xwe jî dike.
Ka em di vê raporê de kar û xebatên Kurdistanê zêdetir nas bikin.
Kurdistan Sîno ya 39 salî ku ji bajarê Qamişlo ye, ji ber ku pir ji gul û xwezayê hez dike, şitilgeheke piçûk li mala xwe çêkiriye.
Her sibeh di nava şitlên xwe yên piçûk yên ku bi eşq û evînî av dide, rûdinê.
Kurdistan di nava şitilgeha xwe de bi tena serê xwe kar dike û wê bi rêve dibe.
Kurdistan Sîno ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku ev 22 sal in, dest bi vî karî kiriye.
Kurdistan Sîno hêvî dike ku di demên pêş de projeya xwe berfireh bike û cureyên din li şitilgeha xwe biçîne.
Çandinî bi pêşengiya jinan di serdemên berê de hatiye kifişkirin û ta roja me ya îro hatine û niha jî jin her ku diçe wê qadê geştir dike.