Kanala ROJAVA TV

KARMENDÊN RÊVEBERIYA XWESER HER ŞEMIYÊ KARÊ XWE DI KOMÎNAN DE DIDOMÎNIN

Bi armanca birêxistinkirin û aktîvkirina Meclîs û komînên taxan, Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Di 28’ê Hezîranê de biryar da ku tevahî endamên saziyên rêveberiya xweser roja şemiyê kar û xebatên xwe di nava komînan de dewam bikin.

Îro ji bo bicîkirina vê biryarê Endam û rêveberên sazî û desteyên rêveberiya xweser berê xwe dan komînên taxên xwe û li wir karê xwe dewam kirin.

Bi armanca birêxistinkirin û aktîvkirina Meclîs û komînên taxan, Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Di 28’ê Hezîranê de biryar da ku tevahî endamên saziyên rêveberiya xweser roja şemiyê kar û xebatên xwe di nava komînan de dewam dikin.

Îro ji bo bicîkirina vê biryarê Endam û rêveberên sazî û desteyên rêveberiya xweser berê xwe dan komînên taxên xwe û li wir karê xwe dewam kirin.

Ji komîna Şehîd Ferhad a li taxa Enteriyê Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Cîbicîkar a kantona Cizîrê Hemrîn Elî behsa giringiya komînan kir.

Her wiha ji komîna Şehîd Basil a li taxa Cûdî jî Rêveberê Nexweşxaneya Meyselûn Elî Şero jî da zanîn ku Komîn bingeha civaka azad e û divê ev bingeh bê aktîvkirin.

li gorî Hevpeymana Civakî wê li kantona Cizîrê 2 hezar û 69 komînên di nava taxn de careke din ji nû ve werin birêxistinkirin û aktîvkirin.