HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BI ŞÊNIYÊN BAJARÊ SIRÎNÊ RE CIVIYA
DEWRAN HAŞIMÎ- RÊVEBERÊ NIVÎSGEHA TÊKILIYAN YA HÊZÊN EWLEKARIYÊ
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şêniyên bajarê Sirînê re civiya û li daxwaz û rexneyên wan guhdarî kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê civînek ji gel re li dar xist.
Di civînê de bi sedan endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên ewlekariyê Dûran Haşimî got: “Armanc ji civînên ku em li her kantonê li dar dixin ew e ku em xwe bighînin gelê xwe û li gorî wê em kar û barê xwe xurttir bikin.
Beşdaran jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn zimanê.