Kanala ROJAVA TV

JI BO SERXISTINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ HETA NIHA DEWLETA TIRK GAV NEAVÊTIYE

 

Endamên PYD’ê yên bajarê dirbêsiyê têkldarî pêvajoya aştiyê û gavneavêtina dewleta tirk ji bo rêveçûna pêvajoyê re, nirxandin kirin.
Endamên PYD’ê destnîşan kirin ku, divê desthilata tirk gavên rasteqîn ber bi aştiyê ve biavêje û ji bo pêvajoya aştiyê bighêje armancên xwe divê aliyên navneteweyî jî xwedî erk bin.

banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber Apo li tevahiya cîhanê deng veda.

tevî ku ev bang li herêmê û cîhanê bi awayekî berfireh hatiye pêşwazîkirin, hîn jî dewleta tirk gavên piratîk ber bi aştiyê ve neavêtiye.

di vê çarçoveyê de Berdevka Jin a PYD”ê ya Dirbêsiyê Hemîda Îso got, divê desthilata tirk gavên rasteqîn ber bi aştiyê ve biavêje.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê fewzî silêman da zanîn ku, ji bo ku pêvajoya aştiyê bighêje armancên xwe divê aliyên navneteweyî bi erkên xwe rabin

Zêdetirî 26 sala ye Rêber APO di girtîgeha îmraliyê de tê girtin, tevî ku di 27’ê sibatê de rêbertî banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, lê ta nih Rêber APO ji mafê xwe yê hêviyê bê pare.