Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI SERERASTKIRIN Û TEMAMKIRINA MIZGEFTA MEZIN KIR

 

Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Reqayê dest bi restorekirina beşên hundirîn ên Mizgefta Mezin a li navenda bajêr kir.

Ev xebat du qonaxan dihewîne: ya yekem sererastkirina hola nimêjê, ya duyem jî beşên mizgeftê ye.

Li gorî desteya çavdêriyê ya projeya restorekirina Mizgefta Mezin, lêçûna qonaxa yekem bi qasî 200 hezar dolar e û ji bo qonaxa duyem jî bi qasî 183 hezar dolar hatiye veqetandin.

Desteyê da zanîn ku biryare proje di nav şeş mehan de were temamkirin.

Mizgefta navborî, dîroka wê vedigere sala 1897an.

Ev mizgeft piştî Mizgefta kevn a Reqayê, ku di serdema Ebbasiyan de ji hêla Ebû Cafer El-Mensûr ve hatiye avakirin, yekem mizgeft e.