BAJARÊ PÎŞESAZIYÊ YÊ LI GIRKÊ LEGÊ SÛDEKE MEZIN LI WELATIYAN KIRIYE
Karkerên pîşesaziyê yên li bajarê Girkê Legê di sala 2024an de tevî hemû astangiyan jî bajarekî pîşesaziyê ava kirin.
Rêveberê Komîteya Pîşesaziyê ya bajarê Girkê Legê Xelîl Elî diyar kir ku di bajarê pîşesaziyê de nêzî 300 dikan hene û ev yek sûdeke mezin li welatiyan dike.
Di sala 2017’an de karkerên pîşesaziyê yên bajarê Girkê Legê piştgirî dan hev da ku bajarekî pêşesaziyê ji xwe re ava bikin, lê ji ber êrîşên dewleta tirk û buhabûna nirxê dolar karkeran gelek astangî kişandin.
piştî kar û xebateke bê hempa û tevî hemû astangiyan jî di sala 2024an de bajareke pîşesaziyê yê li bajarê Girkê Legê kete xizmetê.
Rêveberê Komîteya Pîşesaziyê ya bajarê Girkê Legê Xelîl Elî diyar kir ku di bajarê pîşesaziyê de nêzî 300 dikan hene.
Li aliyekî din karkerê bi navê Ekrem Ehmed ku di bajarê pîşesaziyê de dixebite da zanîn ku avakirina bajarê pêşesaziyê sûdeyeke mezin li karker û welatiyan kir.
Li gorî Rêveberiya Komîteya Pîşesaziyê a bajarê Girkê lêçûna avakirina bajarê pîşesaziyê ji destpêkê ve û heta bikaranîê 2 Milyon û 400 Hezar dolarê emerîkî ye.