Kanala ROJAVA TV

KLÎNÎKÊN GEL ÊN QAMIŞLO… WARGEHA NEXWEŞÊN KÊMDAHAT E

Klînîkên Gel ên bajarê Qamişlo rojane bi dehan nexweşan pêşwazî dike û xizmetên tenduristiyê yên bi nirxên erzan pêşkêşî wan dike.

Xebatên klînîkan çawa ne? û çi xizmetan ji welatiyan re pêşkêş dikin? Em ê bi hev re di vê raporê de nas bikin.

Ji ber zêdebûna berbiçav a xercên klînîkên taybet, êdî mijara lênêrîna tenduristî ji bo rêjeyek mezin a welatiyan dibe cihê fikaran.

Ji bo sivikirina barê nexweşan û kêmkirina lêçûna derbankirinê, Klînîkên Gel di 28’ê Adara 2021an de ji hêla Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û yekîtiyên girêdayî wê ve, li bajarê Qamişlo hatin damezrandin.

Rêveberê beşa klînîkên diranan a Qamişlo Dr. Farês Hesen ji Rojava TV re behsa xebatên klînîkan, hejmara wan û armanca sereke ya damezrandina klînîkan kir.

Welatiyê bi navê Silêman El-Xanêm jî piştrast kir ku Klînîkên Gel barê welatiyan sivik dike.

Klînîkên Gel ji bo welatiyan heyneke bi sûd e, Destpêkê ji ber ku ew lêçûnên welatiyan kêm dikin, ku hema hema em dikarin bêjin ew bê pere ye, û ya duyemîn ji ber ku karmendên bijîşkî bi awayekî baş welatiyan derman dikin.

Dermankirin di sektora bijîşkî ya taybet de biha ye, û min çend rewş dîtine ku pereyên wan têrê nedikir ku li wir dermankirinê bistînin.

Di Klînîkên Gel de, min bi qasî 70 hezar Lîreyên Sûrî bi tevahî da. Ger min ev tedawî li klînîkên taybet pêk bianiya, texmin dikim ku min nêzî milyonek lîreyên Sûrî bidaba.

Klînîkên Gel rojane bi dehan nexweşên ji hemû temenan pêşwaz dike û xizmetên kêm pere pêşkêşî wan dike.

Nirxê her lênêrînekê li klînîkan 15 hezar lîreyên Sûrî ye, li gel wê li dermanxaneyê %10 û li beşa taqîgehan %20 daxistin ji bo welatiyan heye.