ENDAMÊN KONGRA STAR ÊN DIRBÊSIYÊ PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO DIXWÎNIN
Di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan de, endamên Kongra Star ên bajarê Dirbêsiyê dest bi xwendina parêznameyên rêber Apo kirin.
Endamên Kongra Star diyar kirin ku ew bi xwendina parêznameyan li pirs û mafên ku ji wan hatine standin, digerin.
Di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan de, bi taybet piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk”, li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê kampanyayên xwendina parêznameyên Rêber APO hate destpêkirin.
Gelên herêmê bi awayekî çalak tevlî kampanyayan dibin û bi hev re parêznameyan dixwînin û nîqaş dikin.
li bajarê Dirbêsiyê jî xwendina parêznameyan ji aliyê Kongra Star ve hatiye destpêkirin.
Endama Komîteya Perwedeyê ya Kongra Star a Dirbêsiyê Bedîa Erebo diyar kir ku, ji bo pêşxistina erka jinan di nava civakê de, pêwistî bi xwendina parêznameyên rêbertî heye.
Rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê Fatma Keleş jî anî ziman ku bi xwendina parêznameyên Rêber Apo ew hewil didin fikrên rêbertî bi kurahî nas bikin û li her deverê belav bikin.
Di serdema çekan de, jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê Pariznameyên rêber Apo ji bo xwe wekî guleyên yekem di şerê hişyariyê de dibînin, û tekez dikin ku ew bi xwendina parêznameyan li pirs û mafên ku ji wan hatine standin digerin.