Kanala ROJAVA TV

ŞEVBUHÊRKEKE FOLKLORÎK JI BO KOÇBERÊN EFRÎNÎ Û XELKÊN KOBANÊ HAT LIDARXISTIN

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo koçberên Efrînî û xelkê Kobanê, bi diruşmeya “Çanda resen hebûna gelan e” şevbuhêrkeke folklorîk li dar xist.

Şevbuhêrk bi deqeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre rêvebera Meclisa Koçberên Efrîn û Serêkaniyê li bajarê Kobanê Hemîde Mihemed axivî û got: “Gelê Kobanê û koçberên Efrînê bi berxwedaniya xwe, xwe di cîhanê de îsbat kirin.

Piştre koma govendê ya girêdayî Çand û Hunerê ya Baqî Xido govend gerand.

Piştî govendê dengbêjên Efrînê û Kobanê stran gotin.