LI HESEKÊ ŞAHIYEK JI BO ZAROKÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ HAT LIDARXISTIN
Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo zarokên koçber ên ji Efrîn û Şehbayê li bajarê Hesekê şahiyek li dar xist.
Şahî bi beşdariya bi sedan zarok û malbatên wan li parka 4ê nîsanê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Ji bo zarokên koçber stran hatin gotin û li ber stranên kurdî govend hat gerandin. Her wiha zarokan bi lîstokên li parkê jî kêf kirin.