Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ JI BO GERÎLA STÊRA SÎSER MERASÎMEKE XIYABÎ HAT LIDARXISTIN

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Helebê ji bo gerîla Stêra Sîser ya ku di sala 2024’an de li herêma Asosê şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîm li qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan amade bûn.

Di merasîmê de li ser navên Saziya Gaziyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin û tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.