ŞEHÎD ELÎ MIHEMED EHMED LI REQAYÊ HAT OXIRKIRIN
Bi sedan xelkên Reqayê cenazeyê Şervanê Hêzên Komandos Elî Mihemed Ehmed li goristana bajarokê Hikumiyê oxir kirin.
Merasîm bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û torana leşkerî ya şervanên Hêzên Komandos dest pê kir.
Piştre axaftin ji aliyê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Reqayê û Kongreya Îslama Demokratîk hat kirin.
Axêveran behsa fedakariyên şehîdan ên ji bo misogerkirina aramiya li herêmê kirin û soza şopandina rêya wan dan.
Paşê wesîqeya şehîd hat xwendin û cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.