CIWANÊN PYD’Ê LÎSTIKGEHA “BERXWEDAN” LI TAXA ŞÊXMEQSÛD VEKIRIN
Meclîsa Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Lîstikgeha “Berxwedan” a fotbolê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.
Vekirina lîstigehê bi dirûşma “Bi banga aştiyê û têkoşîna ciwanan, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” bi beşdariya bi dehan ciwanên helebê û ciwanên PYD’ê pêk hat.
Di merasîma vekirinê de li ser navê ciwanên PYD’ê “Xelîl Mihemed” axivî û girîngiya vekirina lîstikgeheke fotbolê rave kir.
Her di merasîma vekirinê de, maçek dostanî di navbera Tîma Berxwedan û tîma Yekîtiya Werzîşê de pêk hat.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.