ÊZIDIYÊN HERÊMÊ BI KOMXEBATEKÊ BANDORÊN “GOTARA NEFRETÊ” GOTÛBÊJ KIRIN
Yekitiya Jinên Êzidî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê îro derbarê mijara “gotara nefretê” û rêyên têkoşîna li dijî wê komxebatek li bajarê Hesekê lidarxist.
Di komxebatê de li ser pênaseya gotara nefretê, belavbûna wê û bandorên wê yên neyînî li ser civakê û Rola jinan a li dijî gotara nefretê hate gotûbêjkirin.
Beşdarên komxebatê jî der barê mijaran de nêrînên xwe anîn ziman û ezmûnên xwe yên kesane jî di vê mijarê de vegotin.
Komxebat bi çend pêşniyaran bi dawî bû, ji wan jî, Danasîna metirsiya gotara nefretê li ser hemû beşên civakê.
Rêgezên pirrengiyê di pirtûkên perwerdeyê de werin bicîkirin û Şopandin û belgekirina diyardeyên gotara nefretê ji bo helwestên zelal û tund li dijî wê bên girtin.