Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR LI KOBANÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA HELINCÊ BI BÎR ANÎ

Kongra Star a bajarê kobanê îro ji bo salvegera 5’an a komkujiya gundê Helincê çalakiyek li dar xist û şehîdên komkujiyê bi bîr anî.

Bi sedan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, rêxistinê jinan û malbatên şehîdan di çalakiya bîranînê de amade bûn.

Di çalakiyê de Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn û Dayîka şehîd Zehra Berkl axivîn û tekez kirin ku, heta dawiyê ew ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin.

Piştî axaftinê sînevîzyonek derbarê têkoşîna her sê şehîdan hate pêşandan û mûm li ber wêneyên her sê şehîdan hatin vêxistin.

23`yê Hezîrana sala 2020`an , balafirên dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê Kobanê bombebaran kir, di encamê de endamên Kongra Star Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûn.