XIRISTIYANÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KOMKUJIYA DÊRA ” MAR ILYAS ” ŞERMEZAR KIRIN
Duh Şemiyê di hundirê Dêra “Mar Ilyas” ya li paytexta Sûriyê Şamê de, dema ku hejmarek ji Xiristiyan nimêja xwe dikirin, êrîşek pêk hat.
Li gorî agahiyan, êrişkarekî bi kalşînkovê welatiyên di hundirê Dêrê de gulebaran kir, piştre jî xwe teqand.
Xiristiyanên bakur û rojhilatê Sûriyê jî di vê buyera xemgîn de nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Hevseroka Meclisa Cîbicîkar ya kantona Cizîrê Vîvyan Beho sersaxî ji malbatên qurbaniyên komkujiyê re xwest û diyar kir ku armanca êrîşê derxistina şer di navbera mezheban de ye.
Her wiha Cîgerê Hevserokatiya Gerînendeya Têkilyên Derve ya Rêveberiya Xweser Robêr Beho anî ziman ku ger desthilata Şamê pêşî li van kiryaran negire dê di navbera pêkhateyên sûriyê de çerxek çêbibe.
Ev êrîş yek ji êrişên her tund bû ku di nava çend mehên dawî de li Şamê pêk tê û bû sedema gengeşayên derbarê rewşa ewlehiya li welêt.