PARTIYA KESK A DEMOKRAT KONGREYA XWE YA 3’YEMÎN LI DAR XIST
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe ya 3’yemîn bi dirûşma “Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng, nenavnedî û jîngehparêz” li Qamişloyê li dar xist.
Gelek siyasetmendar, nûnerên rêxistinên jinan, saziyên sivîl û MSD’ê tevlî kongreyê bûn.
Di kongreyê de hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê axivî û rewşa siyasî nirxand.
Her wiha Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan, Birîndar û Dîlên Şer a Rêveberiya Xweser Rêzan Gulo jî axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir.
Piştre bernameya siyasî ya partiyê hate şîrovekirin û endamên meclisa giştî hatin hilbijartin.
Her wiha Luqman Ehmê û Reşa Ebas jî bûne hevserokên nû yên partiyê.