YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN A KANTONA CIZÎRÊ KONFERANSA XWE YA 6’EMÎN LI DAR XIST
Di bin dirûşmeya “Rewşenbîr dengê civaka azad û demokratîk in” Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê konferansa xwe ya 6’emîn li dar xist.
134 delegeyên ji Rêveberiya Xweser, saziyên çandî, Meclisa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM û partiyên siyasî beşdarî konferansê bûne.
Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftin li ser navên Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, TEV- DEM’ê û Desteya Çandê hatin kirin.
Her wiha peyamên pîrozkirina konferansê hatin xwendin, belgefîlmek li ser xebatên du salan ên yekitiyê hate pêşandan.
Piştre rapora xebatên 2 salan ên yekitiyê û rêzikname hatin xwendin û plansaziya 2 salên bê jî hate danîn.