Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO KEÇEKE CIWAN BI RÊYA PIRTÛKXANEYA XWE YA ELEKTRONÎ PIRTÛKAN DIFROŞE

Şerîn Ebdulrehîm keçeke ciwan ya ji Bajarê Qamişlo ye û ji ber hezkirina wê ji pirtûkan re, Pirtûkxaneyek Elektronî ava kiriye.

Şerîn Ebdulrehîm bi rêya projeya xwe, daxwaz dike ku xwendina pirtûkan bibe çandeke civakî û ciwan jî serkêşiya wê çandê bikin.

Evîna wê ya ji pirtûkan re tenê bi berhevkirin û xwendinê sînordar nema. Lê belê ew hezkirin li gel wê bû ramanek, ku projeya xwe ya taybet ava bike û pirtûkan bifroşe yan bi hezkiriyên xwendinê re pevbigihure.

Şerîn Ebdulrehîm keçeke ciwan ya ji Bajarê Qamişlo ye. Di Peymangeha Bilind a Ragihandinê de dixwîne û xwedî Pirtûkxaneya Elektronî ya bi navê “Amanî” ye.

Kamîreya Rojava TV hevpeyvîn bi keça ciwan re kir, ku wê jî hûrgiliyên bêtir li ser projeya xwe ya elektronîk aşkere kirin.

Her wiha Şêrîn Ebdulrehîm da xuykirin ku armanc ji destpêkirina projeyeke bi vî rengî ew e ku qada medyeya civakî bike qadeke sûdemend ji bo ciwanan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şerîn bi pirtûkên xwe, sala par beşdarî sezona heştemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol a pirtûkan bû. Di wê pêşangehê de, gelek xort û keçên ciwan, hem bi kirîn û hem jî bi firotina pirtûkan, mohra xwe danîn.