Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN PYD’Ê ROLA CIWANA DI SÛRIYA NÛ DE NÎQAŞ KIRIN

Di bin dirûşmeya bi Berxwedaniya jin û ciwanan emê civakeke Demokratîk û Azad ava bikin ciwanê PYD’ê panêlek li bajarê Qamişlo li darxistin.
Panêl li ser asta bakur û Rojhilatê Sûryê bi beşdarbûna bi dehan ji ciwanên herêmê hat destpêkirin.
Panêl bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Meclîsa PYD’ê Telet Yûnis ve hat kirin, Telet Yûnis di nava axaftina xwe de behsa rola ciwanan a di avakirina sûriya pêşerojê de kir.
Di panêlê de 2 xalên sereke hatin nîqaşkirin xala yekem polîtîkeya ku li ser ciwanan bandorê dikin, û mijara duyem Rola ciwanan di avakirina Sûrya nû de.
di dawiya panêlê de deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin da ku nêrînên xwe parve bikin.