LI REQAYÊ NAVENDA RONAHÎ YA FÊRBÛNA PÎŞEYÎ HATE VEKIRIN
Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona Reqayê ji bo pêşxistina jinan û piştgiriya wan, navenda Şehîd Ronahî ya fêrbûna pîşeyî vekir.
Navend bi beşdariya Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Jinên Azad a Sûriyyê (Şaxê Reqayê), Meclîsa Jinên Sûriyeyê û Meclîsa Malbatên Şehîdan hate vekirin.
Di measîmên vekirina navendê de axavtin hatin kirin û têde behsa armancên vekirina navendê hate kirin.
Dê li navendê ji bo jinên ciwan korsên perwerde û fêrbûna pîşeyên mîna dirûtina cilan, xebatên tendurisiyê û kompiyûterê werin vekirin, piştî perwerdeyê dê jin lîsansê werbigrin û karibin li bazarê bixebitin.
Navend ji beşên perwerde, ragihandin, çand û huner û werzîşê pêk tê. Li van beşan dê jinên ciwan karibin hêz û karîna xwe derxînin û fêr bibin.