ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI CÎBICÎKIRINA PROJEYEKE NÛ YA TORÊN AVRÊJIYÊ KIR
Bi armanca sererastkirina torên avrêjiyê û kêmkirina qirêjiya jîngehê, Şaredariya Gel a Reqayê dest bi cîbicîkirina projeyeke nû ya torên avrêjiyê li taxa Til Eswed a li rojhilatê bajêr kiriye.
Proje dê 45 rojan bidome. Di gava yekê de karkeran dest bi kolandina xendekan kir û boriyên betonê yên bi firehiya 50 û 60 cm danîn.
Piştre dest bi dagirtina wê kirin û cîbicîkirina projeyê kirin.
Ev proje beşek ji rêze înîsiyatîfên xizmetê ye ku ji hêla şaredariyê ve ji bo baştirkirina binesaziyê li taxên rojhilatê bajêr, nemaze yên ku binesaziya wan zirar dîtiye, hatine bicîh kirin.