LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ŞEHÎD MIHEMED MISTEFA HAT OXIRKIRIN
Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Mistefa oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya Xelkê Helebê, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl hat lidarxistin.
Girseya gel li pêş morga şehîdan a li herêma Şiqeyfê kom bû û cenazeyê şehîd ber bi Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve bi rê kirin.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Şêx Salih, rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelîl û keça şehîd Hûriya Mistefa axivîn.
Axêveran sersaxî dane malbatê û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hate kirin û Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hate definkirin.