YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD KONGREYA XWE YA 7’EMÎN LI QAMIŞLO LI DAR XIST
Yek ji destkeftiyên herî girîng yên şoreşa rojavayê kurdistanê Yekitiya Ragihandina Azad e ku di sala 2012 ji bo parastina mafê rojnamevanan hat avakirin.
Îroj jî 7’e mîn kongireya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo hat li darxistin.
Kongreya 7’an a YRA yê, bi beşdariya hejmareke ji rojnamevanên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên RêveberiyaXweser, TEV-DEM û navendên ragihandinê yên YPJ û YPG’ê hat lidarxistin.
Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrê axivî û behsa kar û xebatê yekîtiyê yê di nava van salên dirêj de kir.
JI nava kongireyê Endama Meclîsa Yekitiya Ragihandina Azad Mizgîn Hesen anî ziman ku lidarxistina kongreya YRA’yê di vê dema hestiyar de gaveke girîng e.
Her wiha Rojnamevan Ekrem Berekat jî 7’emîn kongreya YRA’yê li tevahî rojnamevanan pîroz kir, şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û got, Yekitiya Ragihandina Azad di hişmendiya ragihandinê de guhertin çêkir.
Yekîtiya ragihandina azad nifşekî ragihandinê yê zana û profesyonel perwerde kir ku îro ji bo ragihandina dengê şoreşê dixebitin.