PARTIYA WETEN A SÛRIYÊ: ARMANCA ME AVAKIRINA SÛRIYEKE NE NAVENDÎ Û DEMOKRATÎK E
Bi geşedanên cûr bi cûr ên ku li sûriyê rû dan re, gelek tevger, partî û aliyên siyasî ji bo avakirina sûriyeke aram û nenavendî ketin nava tevgerê.
Endamên Partiya Weten a Sûriyê ji Rojava TV re behsa kar û xebatên xwe kirin û gotin, armanca partiya wan a sereke parastina pirengiya li Sûriyê ye.
Piştî rûxîna rêjîma Baas a Sûriyê gelek geşedanên cûr bi cûr li sûriyê rû dan û gelek partî û aliyên siyasî jî ji bo avakirina sûriyke aram û nenavendî ketin nava tevgerê.
Di vê çarçoveyê de Endamên Partiya Weten a Sûriyê ji Rojava TV re behsa kar û xwbatên partiya xwe kirin.
Berdevkê Partiya Weten a Sûriyê û serokê Ofsa têkiliyan yê partiyê D.r Mihemed Derwîş diyar kir ku armanca partiya wan avakirina sûriyake pireng e ku hemû pêkhate mafên xwe bi dest bixin.
Her wiha Serokê Ofîsa Rêxistinî di Partiya Weten a Sûriyê de Ehmed Deran jî anî ziman ku rûxîna rêjîma Baas bandoreke erênî li hemû gelên sûriyê û partiya wan jî kir.
Partiya Weten a Sûriyê di dawiya sala 2022’an û destpêka sala 2023’an de hate damezrandin.
Partiyê Ji destpêka damezrandina xwe ve, li ser bingeha avakirina Sûriyeke pirreng, demokratîk û nenavendî ku her kes tê de cih bigire, xebatên xwe dimeşîne.