Kanala ROJAVA TV

MECLISA KANTONA REQAYÊ ŞANEYEK TAYBET JI BO ŞOPANDINA EZMÛNAN AVA KIR

MECLISA KANTONA REQAYÊ ŞANEYEK TAYBET JI BO ŞOPANDINA EZMÛNAN AVA KIR

Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê bi armanca birêxistinkirina proseya ezmûnên refa 9’an a li gorî rejîma berê, civînek li dar xist û şaneyeke şopandinê ava kir.
Civîn bi beşdariya endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Yekitiya Şaredariyan, Desteya Hundirîn, Desteya Enerjî û Peywendiyan pêk hat.
Di civînê de bi armanca şopandina proseya ezmûnan, destwerana lezgîn di rewşên awarte de, misogeriya rêveçûna ezmûnên giştî li bajar û gundewarên Reqayê, ‘Komîteya Xebatê” ku ji deste û saziyên eleqedar pêk tê hat raghandin.
li gorî civînê tenê rojnamevanên ku destûrnameya fermî ji Desteya Perwerdeyê wergirtine dikarin derbasî navendên ezmûnan bibin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê sibe dest bi veguhastina kursiyên xwendekaran bo navendên ezmûnan bike.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê navendên tomarkirina xwendekaran ên li kantona Cizîr, Dêrazor, Tebqa, Reqa û Firatê dê di navbera 11-17’ê Hezîranê de dest bi tomarkirinê bikin.