Kanala ROJAVA TV

KURDÊN LI NERWÊCÊ YEKÎTIYA KURDAN Û CEJNA QURBANÊ PÎROZ KIRIN

kurdên li Nerwêcê bi hevkariya Meclisa Rêveberiya Xweser û ENKS şahiyek ji bo pîrozkirina yekîtiya kurdan û cejna qurbanê li dar xistin.
Şahî li bajarê Oslo yê Nerwêcê li dar ket.
Di şahiyê de piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanên şehîdan, sirûda neteweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) hat gotin.
Paşê ji aliyê komîteya amadekar a şahiyê ve axaftin hatin kirin û cejna qurbanê her wiha Yekîtiya kurdan hat pîrozkirin.
Piştî axaftinan, hunermendan berhemên xwe pêşkêş kirin.
kurdên ji bajarên cûda yên Rojavayê Kurdistanê, û hejmarek Kurdistaniyên li Ewropayê beşdar bûn û kêfxweşiya xwe bi herdû boneyan anîn ziman.