Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ KOBANÊ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KONSERTEK HAT LIDARXISTIN

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO konsertek li bajarê Kobanê li dar xist.

Konsert li qada Şehîd Egîd bi dirûşmeya “Bi rihê çand û hunera demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” hat lidarxistin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.

Piştî axaftinan li ser jiyan û banga Rêber Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşandan.

Her wiha stranên hunerî hatin pêşkêşkirin û li ber stranan dîlan hat gerandin.