Kanala ROJAVA TV

COTKARÊN KANTONA CIZÎRÊ TEVÎ HIŞKESALIYÊ ERDÊN XWE DIÇININ

cotkarên kantona Cizîrê yên ku erdên xwe diçinin ji Rojava TV re behsa rewşa mewsima çandiniya îsal kirin.
cotkaran diyar kirin ku dê hişkesalî bandorê li buhayên keresteyên li bazaran bike ku di encamê de dê kirîn û firotin jî kêm bibe.

Îsal li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, ji ber kêmbarîna barana îsal û rewşa avhewayê ya xirab zirareke mezin gihaşte çandinî û cotkaran. Lê tevî vê yekê jî cotkaran dest bi çinîna çandiniya xwe kirine.

Divê çarçoveyê de cotkarên kantona Cizîrê yên ku erdên xwe diçinin ji Rojava TV re behsa rewşa cotkariya îsal kirin.

Cotkarê bi navê Xelîl Qirtimênî behsa hişkesaliyê kir û anî ziman ku çandiniya sala par ji ya îsal baştir bû.

Her wiha cotkar Cîhad Salim jî diyar kir ku zuhaya îsal dê bandorê li buhayên tiştên li bazaran bike ku di encamê de dê kirîn û firotin jî kêm bibe.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek herêmên ku bi çaninî û xwedîkirina lawiran navdare, lê li gorî cotkarên herêmê, bandorên hişkesaliyê dê ne tenê li cotkaran lê belê li ser seranserî sûriyê bike.