Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ BI HÊVIYA VEGEREK BI EWLE CEJNÊ PÎROZ DIKIN

EBDILREZAQ MIHEMED- RÊVEBERÊ KAMPA WAŞOKANÎ

Koçberên Serêkaniyê yên di kampa waşûkanî ya li bajarê Hesekê dimînin de, bi hêviya vegereke bi ewle bo warê xwe cejina Qurbanê pîroz dikin.
Li bajarê Heskê bi sedan koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di kampan de dimînin nêzî 6 sal in dûrî axa xwe cejinan pîroz dikin.
Koçber tevî êşa koçberiyê, zor û zehmetiyan jî dev ji rêûresmên xwe yên kevnar bernedin û her roj bi hêviyên vegerê jiyan dikin.
Li kampa waşûkanî ya li Hesekê zarokan îsal bê cilên nû û şekirina, cejina xwe pîroz kirin.
Kamîreya Rojava Tv li kampê geriya û rewşa koçberan ji nêz ve şopandin.
Koçberan diyar kirin ku hete ku ew venegerin cih û warê xwe, bi tama cejinê hîs nakin.