LI QAMIŞLO DESTPÊŞXERIYA BELAVKIRINA GOŞTÊ QURBANÊ LI SER MALBETAN DEWAM DIKE
CEMÎL HACO - RÊVEBERÊ KOMÎTEYA WEQFÊN XÊRXWAZIYÊ YA KONGRA ÎSLAMA DEMOKRATÎK
Kampaniya belavkirina goştê qurbanê ya ji bo malbatan, bi taybetî koçberên Efrîn û Şehbayê, li bajarê Qamişlo berdewam dike.
Tevgera Civaka Îslamî ya Kurdistanê li Ewropayê û Komîteya Weqfên Xêrxwaziyê ya Kongra Îslama Demokratîk bi boneya cejna qurbanê goşt li malbat û koçberên ji Efrîn û şehbayê yên li bajarê Qamişlo belav kirin.
Di roja çaremîn a cejnê de, Komîteya Weqfên Xêrxwaziyê bi qasî 900 qurban serjê kirin û bi awayekî adil li malbatan belav kir.
Li gorî Komîteya Weqfên Xêrxwaziyê ya Kongra Îslama Demokratîk, armanc ji pêvajoya belavkirinê, ew e ku alîkariyê bidin malbatên di şert û mercên dijwar de jiyan dikin.