Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN ŞEHÎDAN: WÊRANKIRINA GORÊN ŞEHÎDAN DIJÎ PÎVANÊN EXLAQÎ YE

Wêrankirina gorên şehîdan ên li Efrîn û Minbicê di sibeha roja yekem a Cejna Qurbarê de, hêrseke mizin li cem gelê herêmê ava kir.
Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo ev kiryar dûrî pîvanên exlaqî bi nav kirin û bang li Desthilata Şamê û Civaka Navnetewî kirin ku li hember sûcên çeteyan xwedî helwesteke cidî bin.

Yek ji exlaqên şer ew e ku rûmeta mirovên sivîl, zarok, birîndar, kal û pîran neyê binpêkirin, ne jî êrîşî gorên şehîdan were kirin.

Ev exlaqên pejirandî ji bo çeteyên Tirkiyê yên ku li her cihê gorên şehîdan wêran dikin, derbas nabe.

Çeteyan herî dawî di sibeha roja yekem a Cejna Qurbarê de gorên şehîdan ên li Efrîn û Minbicê wêran kirin.

Malbatên şehîdan ji Rojava TV re axivîn û diyar kirin ev kiryar dûrî pîvanên exlaqî ye û hêrsa gelê herêmê zêde dike.

Her wiha malbatên şehîdan bang li Civaka Navnetewî û Desthilata Şamê ya nû kirin ku li beramberî sûcên çeteyên Tirkiyê xwedî helwesteke cidî bin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê vê dawiyê hin dîmen bi destxistin, ku çawa goristana Şehîd Refîq a li Efrîna dagirkirî hatiye wêrankirin û li şûn wê wargehek bi navê “XIBZ EL XÊR” hatiye avakirin.

li gorî agahiyan ev wargeh ji hêla rêxistinên Kuweytî ve tê piştgrîkirin û bi destê hin çeteyên cîhadîst ve tê birêvebirin.