Kanala ROJAVA TV

XELKÊN HESEKÊ BI BONEYA CEJNA QURBANÊ SERDANA PARKA 4’Ê NÎSANÊ DIKIN

Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê ji bo bêhnvedana cejnê û kêfxweşkirina zarokan, bûye wargeha welatiyên Hesekê.

Em bi hev du re li vê raporê temaşe bikin.

Ev der parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê ye. Malbatan ji bo bêhnvedana cejnê û kêfxweşkirina zarokan, berê xwe dane parkê.

Li kêleka bayê paqij, zarok bi yarîyên cur be cur dileyizîn û malbat jî bi awayekî komînal li parkê kom dibin û serpêhatiyên demên berê li bîra xwe tînin.

Kamereya Rojava TV di geryana nava welatiyan de rastî koçberekî Serêkaniyê hat. Koçber dibêje, bêyî warê bav û kalan cejna me nakemile.

Welatiyekî din jî dibêje, ji ber bilindbûna nirxan ew rastî zehmetiyên jiyanî tên.

Xelkên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hemû zehmetiyan, her sal cejnên xwe bi coş hembêz dikin û hêvî dikin ku cejna îsal ji bo tevahî pêkhateyên herêmê bibe wesîleya aştî, edalet û biratiyê.