MALBATÊN ŞEHÎDAN DI CEJNÊ DE HÊVIYA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN
Malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo ji Rojava TV re behsa hêviyên xwe yên bi cejinê û qonaxa dîrokî yaku têde niha dijîn kirin.
Malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo anîn ziman ku hêviyan wan a cejinê azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye.Bi hatina cejina Qurbanê re hêviyên welatiyên herêma bakur û rojhilatê sûriyê yên ji bo misogerkirina aştiyê mezin tir dibin.
Malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo ji Rojava TV re behsa hêviyên xwe yên bi cejinê û qonaxa dîrokî ya ku niha dijîn kirin.
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Elî Sadûn anî ziman ku hêviyan wan a cejinê azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye.
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîda a Taxa Hilêliyê Raed Hisên jî Cejina Qurabanê li rêber Apo û Tevgera Azadiyê pîroz kir û got: “di vê qovaxa dîrokî de divê gelê kurd bigihên mafê xwe”.
Malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo di nava axaftinên xwe de anîn ziman ku ew hêvî dikin piştî cejina Qurbanê şandeya rêveberiya xweser ya ku çûye şamê mizgîniyên xweş parve bike û şandeya kurdî jî pirsgirêka kurd çareser bike.