KOÇBERÊN EFRÎNÊ CEJNA QURBANÊ DI NAV ÊŞ Û BÊRÎKIRINA LI WARÊ XWE PÎROZ DIKIN
Cejna Qurbanê îsal bi zor û zehmetî bi ser bi hezaran koçberên ji Efrîn û Şehbayê, ku hîn jî di kamp û stargehan de dimînin derbas dibe.
Koçberan hêvî kirin ku di demek nêzîk de vegerin cih û warê xwe û cejna xwe li ser xaka xwe bi azadî pîroz bikin
Cejna Qurbanê îsal bi zor û zehmetî Di ser bi hezaran koçberên Efrîn û Şehbayê, ku di kamp û stargehan de dimînin derbas dibe.
Di nav êş û hesreta vegerê ya berdewam de, xelk hewl didin ku rêûresmên Cejnê tevî şert û mercên dijwar bidomînin.
Koçberên Efrîn û Şehbayê Cejna Qurbanê dûrî mal û hezkiriyên xwe pîroz dikin, ku ji ber şert û mercên şer û koçberiyê zêdetirî 8 salan ji hev dûr bûne.
Derbarê vê yekê de koçber ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku cejna wan wê bi vegera li ser ax û warê xwe xweştir bibe.
koçberan hêvî kirin ku di demek gelekî nêzîk de, Efrîn ji çeteyan rizgar bibe û bi ewlehî li malê xwe vegerin.
Cejneke din ji bo xelkê Efrîn û Şehbayê ku li benda vegera welatê xwe ne derbas dibe.
Di nav koçberiya berdewam û bêriya ax û xaka xwe de, Cejn li vir hîn jî tama sebir, hêvî û berxwedanê hildigire.