MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN BI BONEYA CEJNÊ SERDANA MALBATÊN ŞEHÎD Û KOÇBERAN KIRIN
Meclisa malbatên şehîdan li PYD’ê û kongra star serdana malbatên şehîd û koçberan kirin û cejna qurbanê li wan pîrozkirin.
Meclisa malbatên şehîdan, PYD’ê û kongra star îroj serdana malbatên şehîd û koçberan ên taxa hilêliyê ya bajarê qamişlo kirin.
Di serdanê de cejna qurbanê pîroz kirin û destnîşan bi fedekariyên şehîdan ên di ber parastina welat de kirin.
Her wiha hêvî kirin ku di zûtirîn dem de koçberên efrînê li cih û warê xwe vegerin û cejnên xwe li warê zeytûnan pîroz bikin.