Kanala ROJAVA TV

JI BER DANÎNA JENATORAN AVHEWAYA STADYUMA 12’Ê ADARÊ QIRÊJ DIBE

 

Stadyuma 12 adarê ji bilî ku cihekî werzîşê ye, dibe cihê bihinvedanê ji xelkên Qamişlo re.
Xelkên Qamişlo bi jin , mêr , ciwan û zarokan her êvar berê xwe didin wir da ku werzîşê bikin û di heman demê de ji bo ku bihna xwe berdin.
Lê di demên dawiyê de ji ber bicihanîna ne bi rêk û pêk a hin jenetorên elektrîkê ku di stadyumê de, ku dibin sedema alozî û qirêjiya atmosfera wê derê û çûyina mirovan jî li wir kêm dike.
Derbarê mijarê de mamosteyê sporê Hikmet Silêman ku ji berê de serî li vê stadyumê dide ji ber guhertina rewşa wê gazinan dike û diyar dike ku ev stadyum hatiye paşguh kirin.

Ezîz Behlewi ku ji xelkên Qamişlo ye behsa bandora dûmana jenetoran li tenduristiya mirovan dike.

ev stadyum bi navê şehîdên 12 adarê tê naskirin ew jî nisbetî şehîdên serhildana qamişlo ya 2004’an li dijî desthilata beis û kiryarên wê li dijî kurdan bû.