ZAROKÊN AMÛDÊ Û HESEKÊ BI DILXWEŞÎ CEJNA QURBANÊ PÎROZ KIRIN
Zarokên bajarê Amûdê û Hesekê yên kantona Cizîrê îro di saetên sibehê de ji bo pîrozkirina cejna qurbanê bi cilên nû xwe xemilandin û li taxên bajêr li hev kom bûn.
Zarokan bi dilxweşiyeke mezin berê xwe dan malbatan û şekirên xwe yên cejnê kom kirin.