Kanala ROJAVA TV

MISLIMANÊN HERÊMÊ NIMÊJA CEJNA QURBANÊ PÊŞKÊŞ KIRIN

 

Mislimanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana mizgeftan kirin û nimêja cejna Qurbanê pêşkêş kirin.

Ev dîmenên ku hûn li ser ekranên Rojava TV temaşe dikin yên bajarê Reqayê ne.

Mislimanên herêmê serdana mizgeftan kirin, li xutbeya melayan guhdar kirin û nimêja cejnê pêşkêş kirin.

Melayan di gotarên xwe yên olî de banga hevgirtina civakî kirin û xwestin ku Sûriya nû bibe cihê hemû pêkhateyan.