RÊXISTINA SARA TUNDIYA LI DIJÎ JINAN A LI PERAVÊ SÛRIYÊ ŞERMEZAR KIR
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan binpêkirinên giran ên li dijî jinan, bi taybetî li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de, şermezar kirin.
Bi dehan jin, endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li navenda rêxistinê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser zêdebûna rêjeya tundiya li ser jinan, bi taybetî piştî belavbûna “komên tundraw” ku tawanên herî hovane yên wekî kuştin, revandin û destdirêjiya zayendî pêk tînin.
Rêxistina Sara di daxuyaniyê de hişyarî da ku berdewama bêdengiya desthilatda Şamê û nedarizandina sûcdaran, dê bibe sedema ku di siberojê de bêtir tawanên tund li dijî jinan pêk bên.
Di dawiya de Rêxistina Sara piştgiriya xwe ji bo hemû rêxistinên jinan diyar kir û bang li hemû saziyên mafên mirovan û navneteweyî kir ku berpirsyarên tawanan bên darizandin û jin ji her cure destdirêjiyê bên parastin.