MSD’Ê JI BO NÎQAŞKIRINA GEŞEDANÊN DAWIYÊ PANELEK LI DAR XIST
Ofîsa Têkiliyan ya MSD’ê îro di bin dirûşmeya girîngiya danûstandinan ji bo avakirina pêşerojeke Demokratîk, panêlek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Panêl bi amadebûna kesayetên serbixwe, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û Rêveberiya Xweser hate lidarxistin.
Di panêlê de endama desteya hevserokatiyê ya PYD’ê Foz Yûsif axivî û derbarê danûstandinên bi desthilata Şamê re zanyarî parve kirin.
Her wiha hevseroka desteya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hac Elî jî behsa nîqaşên di navbera wan û desteya perwerdeyê ya desthilata Şamê de kir.
Piştre MSD’ê jî geşedanên dawiyê nîqaş kir.