LI HELEBÊ CEJNA DAYÎKAN HAT PÎROZKIRIN Û GUL HATIN BELAVKIRIN
Bi boneya roja dayîkan a cîhanî li bajarê Helebê civînek ji dayîk û hevjînên şehîdan ên herdu taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, hat li darxistin û gul li wan hatin belavkirin.
Civîn li eywana 8’ê Adarê ya li taxa şêxmeqsûda xerbî bi dirûşma” Rojek bi jiyana azad re diyalog” li dar ket.
Dayîk û hevjînên şehîdan, endamên konger star, endamên Meclîsa malbatên şehîdan beşdar bûn.
Di civînê de behsa dîroka jin û keda wê ya ji bo avakirina civakan hat kirin.
Piştre Senefizyonek derbarê nirxandinên Rêber APO ên ji bo pêşxistina jinan de hat pêşandan.
Di dawiyê de gul li dayîk û hevjînên şehîdan hatin belavkirin û cejn li wan hat pîrozkirin.